26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehmûd Mihemed: Tiştê ku YNKê niha dibêje tenê pêşniyar bû û YNKê pê pabend nebûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamekê polîtburoya Partiya Demokrtat a Kurdistanê (PDK) dibêje ku, tiştê ku parlementerên YNK niha dibêjin, pêşniyar bûye bo demekê ku ew pabendî wê nebûne, çiku doza wan girêdayî hilbijartinên Iraq û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê bû.

Endamê polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed, ku endamê şanda danûstandina wê partiyê bû di serdema pêkhatina hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji malpera partiya xwe re ragihand: “Li civîna dawiyê ya şanda PDK ya 20.04.2014an, bi serokatiya Heval Nêçîrvan Barzanî û şanda YNK jî bi serokatiya cîgirê sekreterê giştî yê YNK birêz Dr. Berhem Salih, civiyan.

Mehmûd Mihemed  wiha got: “Mebesta civînê ji van xalan pêk hat: Biryara dawiyê ya hilbijartina Desteya Serokatiya parlementoyê û pêkanîna kabîneya heştem, herwiha awayê beşdarbûna YNK. Destpêka civînê nerîna YNK ew bû ku Desteya Serokatiya Parlementoyê ji Goran û PDK were hilbijartin, mebest ew bû jî ku Goran serokê parlemento be û cîgir û sekreter jî herdu ji PDK bin, ji bo ku eger YNK piştre beşdar bû, PDK posta sekreterê parlementoyê ji YNK re vala bike. Êdî parlemento serastkirina yasaya karpêspartina serokwezîr û cîgirê wî bike.”

Mehmûd Mihemed derbarê nerîna PDK li wê serdemê got: “Serokê parlementoyê ji Goran û cîgirê wî ji PDK û sekreter ji YNK be. Lê şanda YNK pêşniyara wê yekê pêşkêş kir ku sekreterê parlementoyê were guhertin bi cîgirê serokê parlementoyê.”

Di zelalkirina wî endamê polîtburoya PDK de hatiye ku “Me ji şanda YNK re ragihand ku eger YNK berî 30.04an hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Iraqî û encûmenên parêzgehên Kurdistanê di hilbijartina serokatiya parlementoyê û pêkanîna kabîneya heştem de beşdariyê bike, em hewl didin pêşniyara wan gotûbêj bikin, rewşa YNK li ber çavên xwe bigirin, lê eger YNK beşdarbûna xwe di hilbijartina serokatiya parlementoyê û pêkanîna kabîneya heştem de têxe piştî 30.04.2014an, em ne pabendî wê pêşniyharê ne.”

Navborî dibêje: “Her ji ber wê yekê şanda YNK ligel polîtburoya YNK axiftin û biryar da ku roja din civîna polîtburoya xwe pêk bînin û bersiva eşkere bidine me, lê diyar kir ku civîn pêk nehat yan bersiva xwe negihandine şanda me, lewma ji wê dîroka ku hatibû diyarkirin ji bo hilbijartina Desteya Serokatiya Parlementoyê, parlemento civiya, serok, cîgir û sekreter jî hatin hilbijartin, êdî gotûbêjkirina wê pêşniyarê têk çû, pêwîstî bû beşdarbûna YNK di hilbijartina desteya serokatiya kabîneya heştem de, berî 30.04an ba.”

Nûçeyên têkildar