Pêşiya zêdegawiyan li ser erdan tê girtin

Hewlêr-KDP.info- Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Hikûmeta Kurdistanê dê li ser zêdegawiyan li ser erdan lêkolînê dike.
Îro sêşemê 21/4/2015 Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serowezîr, wezîrê navxwe, wezîrê pêşmerge, darayî û plandanan, çandin û şaredarî û torîzimê û herwiha bi beşdariya parêzgarê her sê parêzgehên Hewlêr, Silimanî û Dihukê û Serokê civata dadweriya Kurdistanê û aliyên tikildar civiya.
Di civînê de behsa zêdegawiyên ku li ser erdan hatine kirin giftûgo hate kirin û biryar hate dayîn ku hikûmet û aliyên tikildar bi berfirehî li ser zêdegawiyên ku hatine kirin lêkolînê bike û bi pêşî girtin ji dûbare bûna zêdegawiyên han tevahiya rêbazên yasayî werin bikaranîn.




