26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewramî: Divê cîhan nas bike ku kurd xwedî pêgeheke bihêz û girîg e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Peywendiyên Derve yên PDKê pêşwazî li hijmareke nivîskar û lêkolerên Holendî kir û di wê hevdîtinê de, ragihand ku divê hemû navçe û cîhan jî wê rastiyê nas bike ku kurd xwedî pêgeheke bihêz û girîg e.

Îro Beywendiyên Derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî li gel hijmareke nivîskar û lêkolerên Holendî civiya.

Di civînê de Hewramî behsa rewşa Kurdistan û rewşa deverê kir û behsa siyaset û helwestên partiya demokrata Kuridstanê yên li dor rewşa heyî ya Kurdistan û deverê kir û eşkere kir ku siyaset û helwestên PDKê temamker û piştgîrên nêrînên Serokê Kurdistanê ne.

Hewramî herwiha behsa tikiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got: “Bijardeya yekane ya di navbera her du aliyan de bo çareser kirina kêşeyên heyî diyaloge û Kurdistan dixwaze tevahiya kêşeyên heyî bi diyalog werin çareserkirin.”

Hewramî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku Serokatiya Kurd bi ti awayî dev ji maf û destkeftên gelê Kurd yên ku bi xwînê hatine bidest xistin bernade.

Li dor çareser kirina pirsa Kurd jî li Rojhilata Navîn de Hewramî eşkere kir ku heta pirsa Kurd li Rojhilata Navîn de neyê çareser kirin vê rewşa Rojhilata Navîn aram nebe
 

Nûçeyên têkildar