Nêçîrvan Barzanî: Têkeliyên navbera Berîtaniya û herêma Kurdistanê giring in
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Nedîm Zehawî parlamenterê kurd li parlamentoya Berîtaniyayê kir.
Di hevdîtinê de ku, duhî (15.05.2012) li Hewlêrê hat saz kirin, Nedîm Zehawî endamê parlamentoya Berîtaniyayê, bi minasebeta destbikarkirina kabîneya heftem, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.
Di dîdarê de ku, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bû, serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa karname û ewlewîyatên karê kabîneta heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Barzanî di axavtina xwe de, tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Berîtaniya û herêma Kurdistanê, yên di warê geşepêdana abûrî û teşwîqkirina hatina sermayedaran bo herêma Kurdistanê, kir.
Zehawî behsa pêşkeftinên herêma Kurdistanê kir û bi taybetî siyaseta serkeftiya hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê neft û samanên xwezayî de bilind nirxand.
Her di dîdaran navbera Nêçîrvan Barzanî û Nedîm Zehawî de behsa kirîza siyasîya Îraqê hat kirin û di vê çarçoveyê de Barzanî tekîd kir ku divê hemû arîşe û pirsgirêk bi rêya destûra esasî ya Îraqê û bi rêya diyalogê bên çareser kirin û hikûmeta herêma Kurdistanê bi destûr û diyalogê pabende.




