25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

30 kurdên êzîdî rizgar bûn

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Îro 30 kurdên êzîdî yên din ji destê rêxistina DAIŞê rizgar bûn û gihiştine navçeyên di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de.

Mehma Xelîl, berdevkê kurdên êzîdî û endamê berê yê Parlamentoya Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand ku ew 30 kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûn, 4 ji wan jin, 3 zilam û 23 zarok in.

Mehma Xelîl diyar kir ku ew 30 kes xelkê gundê Herdan, Komelgeha Dihola û Gir Zerikinê ne û ew bi alîkariya hêzên asayişê û Hêzên Pêşmerge hatine rizgarkirin.

Duhî jî, ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên koçberan li Dihokê bi hevahengî ligel asayişa Şingalê, 8 kurdên êzîdî rizgar bikin.

Mehma Xelîl ragihand: “Heta niha 1130 kurdên êzîdî li Iraq û Sûriyê ji destê DAIŞê rizgarbûne.”

Di vê mehê de û di nava çend caran de, nêzîkî 100 kurdên êzîdî ji navçeyên bi destê DAIŞê rizgar bûne.

Nûçeyên têkildar