Telefer- Hêzên Pêşmerge 40 çekdarên DAIŞê kuştin

Telefer-KDP.info- Îro serê sibehê çekdarên DAIŞê ji 3 aliyan ve êrişî çeperên Pêşmerge li eniya Teleferê kirin, lê êrişa wan hat têkbirin û 40 çekdarên wan hatin kuştin.
Emîd Kamil Herkî, ji fermandeya Dihokê ya Hêzên Pêşmerge li eniya Teleferê ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê ew êrişa xwe bi alîkariya şaneyên xwe li nav gundê Sehil Elmalih yê girêdayî nahyeya Iyaziye pêk anîn, ku xelkê wî ereb in.”
Emîd Kamil Herkî wiha got: “Di encama êrişê de şerekî giran navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de qewimî ku hemû cureyên çekan tê de hatin.”
Emîd Kamil Herkî diyar kir ku êrişa DAIŞê li başûrê wî gundî hat têkbirin û çekdarên ku derbasî nav gund bibûn jî, ketine bin dorpêça Hêzên Pêşmerge de.
Bi gotina Emîd Kamil Herkî, nêzîkî 40 çekdarên DAIŞê derbasî nav gundê Sehil Elmalih bibûn û ew hemû jî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin kuştin û niha ew gund bi temamî di bin kontrola Pêşmerge de ye.




