Serok Barzanî serxweşî li kak Helo Ehmed Kurde kir

Bi boneya koça dawiya xwedê jêrazî Nebez Ehmed Kurde, Birêz Mesûd Barzanî Serokê herêma Kurdistanê di beyannameyekî de serxweşî li Kak Helo Ehmed Kurde kir.
Ev jî tekesta wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Kak Helo Ehmed Kurde
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya xwedê jêrazî Nebez Ehmed Kurde birayê minê rêzdar gihîşt min ku bi rûdawekî diltezîn jiyana xwe ji destda.
Pirse û serxweşiyê li we û malbata we ya birêz dikim û hevbeşa xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir û aramiya bi we bibexşê û giyanê xwedê jêrazî jî bi bihûştê şad bike û eve nexweşiya we ya dawî bê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30/09/2012




