26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Generalê Amerîkayê rola Pêşmerge li Kobanê bilind nirxand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li General Lloyd Austin Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Lloyd Austin spasiya hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê kir bo parastina konsulxaneya welatê wan li Hewlêrê û destxweşî asayişa Herêma Kurdistanê kir û karî di demeke kurt de tawanbarê teqîna roja înê binçav bike.

Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê di axaftina xwe de, pesnê rola Pêşmerge di şikestina terorîstên DAIŞê de li eniyên şer û alîkariya wan bo Kobanê kir û amaje bi wê yekê kir ku Pêşmerge gellekî bi rêkûpêkî karî di şerê Kobanê de roleke baş bibînî û hevkêşiyê li dijî DAIŞê biguherin.
Herwiha amadebûna welatê xwe bo alîkariya Hêzên Pêşmerge dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî sipasî hikûmet û gel û artêşa Amerîkayê kir di alîkariya Kurdistanê de û pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞê de bi bandor da zanîn.

Derbarê kiryara terorîstî ya Eynkawa jî,Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ew buyer bi zelalî nîşan dide ku terorîst li eniyên şer lawaz bûne.

Serok Barzanî da zanîn ku bi tu awayî terorîst nikarin li Kurdistanê cihê xwe bibînin û geşe bikin. Herwiha amaje bi hevahengiya mezin di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymaniyan de kir û ew yek diyar kir ku vê hevahenkiyê kir ku div î şerî de tenê yek sivîl nebû qurbanî û ev yek bi xwe destkefteke mezin e.

Her div ê civînê de, amadekariyên piroseya azadkirina bajarê Mûsilê û rewşa meydanî ya eniyên şer hatin nirxandin. Herwiha çawaniya bilindkirina asta hevahengiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîkayê û pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê û serdana Serok Barzanî ya nêzîk bo Amerîkayê di vê civînê de hatin gotûbêjkirin.
 

Nûçeyên têkildar