Bi beşdariya Serok Barzanî Kongreya AKP ê dest pê kir

Duhî 30.09.2012 li Enqere bi beşdariya Serok Barzanî, çaremîn kongreya Partiya Dad û Geşepêdana partiya deselatdara li Tirkiye dest bi karên xwe kir.
Di destpêkê de Receb Tayib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye û Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê gotarek pêşkêş kir û têda balkişand li ser dîroka welatê xwe û spasî erk û ked û xebata wan kesan kir ku li dema derbasbûyî de xizmeta welatê xwe kirine.
Her wiha ragihand ku Partiya Dad û Geşepêdanê partiya rûdawên nexweşane û xwedî sedan sal xebat û têkoşîne û silavê taybetî jî ji bo Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê şand û gencên welatê xwe jî bi neviyên Selahedîn Eyubî û Ehmedî Xanî da zanîn û dûpat kir ku Partiya Dad û Geşepêdanê partiya hemû pêkhatan û bajarên Tirkiye dibe.
Erdogan balkişand li ser wê yekê ku partiya wan dijî regezperestî û navçegerî û dîncitiyê radiwestê. Her wiha beramberî li ser wan dengan jî kir ku Partiya Dad û Geşepêdanê li sala du hezar û yekve heta niha li hilbijartinên giştiyên welat da bi dest xistiye.
Her wiha got partiya me rûbirûyê hemû karekî faşîstî radiwestê û kar ji bo edalet û xweş guzeraniya welatiyan li paşarojê de dike û divê partiya me bibê partiya hêvî û hêviya hemû gelê Tirkiye.
Receb Tayîb Erdogan her wiha ragihand ku partiya wan dest tevlî karubarê taybetiya tu keseke nake û dûpat jî kir ku ji bilî li xweda tu desthilatekî din hebûna xwe tûne.
Hêjayî gotinêye li çaremîn kongreya Partiya Dad û Geşepêdanê da noht welat hatibûn vexwendin û zêdetirê sed Serok û Serok Partiyên cîhanê jî têda beşdar dikin.
Serok Barzanî bi dawetê fermiyê Receb Tayib Erdogan Serok Wezîr û Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê Tirkiye li vê kongreyê da amadeye û gotarek jî pêşkêş dike




