Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya me bi alîkariyên zêdetir heye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, alîkariya koçberan zêdeyî taqeta Herêma Kurdistanê ye, bi taybetî ku behsa girtina Mûsilê tê kirin, lewma pêwîstiya hikûmetê bi alîkariyan heye.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja yekşemiyê 19.04.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Yan Koboş nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Iraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de şandeya mêvan behsa êrîşên terorîstên DAIŞ bo ser herêma Kurdistanê û koçberbûna bi hezaran hevwelatiyan ji deverên din yên Îraqê bo herêma Kurdistanê kir û got ku, hatina wê hijmara zêdeya koçberan ji deverên cudayên Îraqê û hatina penaberan ji Suriyeyê bo herêma Kurdistanê barê hikûmeta herêma Kurdistanê gelek giran kiriye, lê hikûmeta herêma Kurdistanê ”bi awaywkî baş pêşwazî li wan koçber û penaberan kir û hewandin”.
Nûnerê NY got ku, ew dê lêbixebite bi alîkariya rêxistinên ser bi NY ve alîkariyên pêwîst pêşkeşî penaber û koçberan bke û di vî warî de, ji bona baştirkirina rewşa koçber û penaberan, alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bike.
Nûnerê sekreterê giştiyê NY bo karûbarên Iraqê got ku, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî erênî pêşketine û vê yekê jî tesîreke baş li ser îstîqrara siyasî li navxweyîya Iraqê hebû, wî got ku, pirsa DAIŞ û nehêlana aloziyan bi tenê bi rêya serbazî çareser nabin, lê divê hikûmeta Iraqê di warê siyasî, civakî û êkonomî jî de rûbirûyî DAIŞ bibe û di heman demê de aşitiya niştimanî pêkbîne.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana nûnerên taybetiyê sekreterê giştiyê NY bo herêma Kurdistanê kir û hîvî kir ku di kar û xebatên xwe serkeftî be.
Nêçîrvan Barzanî behsa wan alozî û pirsgirêkên rastî herêma Kurdistan hatine weke birîna budceyê ji aliyê hikûmeta berê ya Iraqê ve ku, rewşa herêma Kurdistanê aloz kir lê tevî vê jî xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê deriyên xwe ji bo penaber û kopçberên ji tirsa terorê ber bi herêma Kurdistanê hatin, vekirin, ew hewandin û alîkarî pêşkeşî wan kirin.
Serokwezîr got ku, hijmareke zêde ya koçber û penaberan qesta herêma Kurdistanê kiriye û alîkarîkirina wan ji îmkanên hikûmetê zêdetir e, bi taybetî nuha behsa azadkirina bajarê Mûsil û çend deverên din ji bin destê DAIŞ tê kirin û tê çaverêkirin hijmareke zêdetir ya koçberan ber bi herêma Kurdistanê ve bên, ji ber vê yekê pêwîstiya herêma Kurdistanê bi hevkarî û alîkariya civaka navdewletî û bi taybetî rêxistinên ser bi NY ve heye.
Li dor têkeliyên digel Bexdayê jî, serowezîrê herêma Kurdistanê got ku, her çiqas nuha têkeliyên digel Bexdayê başin lê pêwîste hindek pirs di warê teknîkî de zêdetir bên gotûbêj kirin û çareseriyên minasib jê re bên dîtin.




