Serok Barzanî sersaxî ji Îbrahîm Biro re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya hevjîna Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye Îbrahîm Biro peyameke sersaxiyê pêşkêş kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Kek Îbrahîm Biro, Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya xanima Mizgîn a hevjîna we yê rêzdar gihîşt min.
Bi vê boneya xemgîn da pirse û serxweşiyên xwe bi we yên birêz û malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukar û hevalên xwedê jêrazî radigihînim û beşdarî xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim Dayika Şîlan bibe ber dilovaniya xwe û sebir û dilnewayî û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.04.2015




