26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî û Kekê Heme: Pêwîst e paşarojeke bextewer bo gelê me were mîsogerkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de, tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hemû aliyek li asta berpirsiyariya rewşa niha da bin ku paşarojeke bextewer ji bo gelê me bête mîsoger kirin.

Îro yekşem 19.04.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mihemedê Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de serkeftinên Pêşmerge û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li mîhwera Kerkuk hate nirxandin.

Di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û peywendiya di navbera aliyên siyasî û pêwîstiya parastina yekrêziya di navbera hêzên siyasiyên Kurdistanê hate guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li wê yekê kirin ku pêwîst e hemû aliyek li asta berpirsiyariya rewşa niha de bin ku paşarojeke bextewer ji bo gelê me bête mîsoger kirin.

Nûçeyên têkildar