Mesrûr Barzanî: Heta navendeke DAIŞê li Mûsilê hebe, dê metirsî berdewam be

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ragihand ku, heta navendeke DAIŞê li Mûsilê hebe, dê metirsî li ser asayîşa Herêma Kurdistanê hebe.
Îro Şêwermendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê Marc Barretty kir.
Di wê hevdîtinê de ku Marc Barretty behsa pêşveçûnên duhî yên Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê kir. Herwiha gotûbêj li ser mijara kontrolkirina Mûsilê hat kirin.
Herwiha di vê derbarê de Mesrûr Barzanî got: “Heta navendeke DAIŞê li Mûsilê hebe, dê metirsî li ser asayîşa Herêma Kurdistanê hebe.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir ku eger Hêzên Pêşmerge jî weke artêşa Iraqê neyên pirçekirin, wê demê daxwaz kirin ji Pêşmerge bo beşdarîkirin di her êrişekê de daxwazeke ne dadmende.
Herwiha di wê civînê de behsa rola Franseyê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê û perwerdekirina Hêzên Pêşmerge hate kirin.
Şêwermendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê daxwaz ji Franseyê kir ku beşdariya xwe zêdetir bike, da ku li gor pêdiviyên ewlekariya navxweyî bin.
Mesrûr Barzanî wiha got: “Şikana terorîstan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, bûye sedema wê yekê ku dest bi karên tirsinok bikin weke ew kiriyara terorîstî ya ku roja înê li Hewlêrê pêk anîne.”
Di dawiya hevdîtinê de Konsulusê Franseyê spasiya qehremaniya hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî kir ku wisa kirine daku terorîstên DAIŞê neçar bikin paş ve vekêşin û em baş dizanin ku DAIŞ bi tenê bo ser Kurdistanê ne metirsiye belku bo ser tevahiya dever û cîhanê jî metirsiye.




