25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Fransa piştevan û hevxemê gelê Kurdistanê bûye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî spasî Serok François Hollande jî kir ku pêşwaziyê li şanda Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û balkişand li ser wê yekê ku hevkarî û hemahengiya li navbera hêzên Fransa û hêzên Pêşmerge li astekî gelek baş daye.

Îro yekşem 19.04.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Marc Barety Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Fransa li Iraqê silavên François Hollande Serokê Fransa bi Serok Barzanî gihand û her wiha behsa girîngiya serdana şanda Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransa kir û palpiştî û berdewamiya welatê xwe ya li hevkarî kirina serbazî û pêşkêş kirina meşq û rahênana serbazî ya ji bo hêzên Pêşmerge dûpat kir.

Balyozê Fransa li Iraqê hevsozî û hevxemiya xwe jî ji bo kesukar û malbatên qurbaniyên teqîna roja înî ya derbasbûyî li bajaroka Ankawa ragihand û destxweşiyê li gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina pêkhatan û hewandina wê hejmara zêdeya penaberên xwe spartina Herêma Kurdistanê kir.

Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Serok û Hikûmeta Fransa kir ku herdem palpişt û hevsozê gelê Kurdistanê bûne û li demekî hestiyar jî da Fransa piştevaniyê li Pêşmerge û Kurdistanê kir û ev helwesta dîrokî tu carî nayê ji bîr kirin.

Her wiha spasî Serok François Hollande jî kir ku pêşwaziyê li şanda Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û balkişand li ser wê yekê ku hevkarî û hemahengiya li navbera hêzên Fransa û hêzên Pêşmerge li astekî gelek baş daye.

Her li vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda hate nirxandin û Serok Barzanî ragihand Herêma Kurdistanê bi berev baştirbûna peywendiyan û zêdetir hemahengiya di navbera her dû aliyan de hengav davêje.

Li beşekî dinê vê kombûnê da rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li parêzgeha Nînowa, Enbar, Selahedîn û Kerkûkê xistin ber behs.

Her li vê hevdîtinê de her dû alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa li warên cûda cûda de kirin.

Nûçeyên têkildar