Serok Barzanî: Ragihandin hêsantirîn rêye bo ku em neyarên xwe bikin merema xwe

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez dike ku, dezgehên ragihandinê di her demekê de hesastir û girîngtir e. Herwiha di wê baweriyê de ye ku, niha dijmin û neyarên gelê Kurdistanê hewl didin ku tişta bi Enfal û kîmyabaranê ji wan re neçû serî, bi rêya fitneyê û şikestina baweriya kesê kurd e encamp bidin.
Tekesta peyama Serok Barzanî bo pîrozbahiya li Kovara Gulan
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan sernivîser û rojnamevan û karmendên Kovara Gulan
Silav û rêz
Bi helkefta 21emîn salvegera derketina Kovara Gulan germtirîn pîrozbahî pêşkêşî we dikim.
Di wê rewşa niha de, ku em di şerê parastina ax û kerameta gelê xwe de ne, dezgehên ragihandinê di her demekê de hesastir û girîngtir e. Niha dijmin û neyarên gelê Kurdistanê hewl didin ku tişta bi Enfal û kîmyabaranê ji wan re neçû serî, bi rêya fitneyê û şikestina baweriya kesê kurd e encamp bidin. Ragihandin hêsantirîn rêye bo ku em neyarên xwe bikin merema xwe, lewma pêwîst e ji berê zêdetir berê xwe bidin hestê niştîmanperwerî û azadîxwazî û parastina yekrêziya xwe.
Gulan, ne tenê her wek bi ezmûntirîn kovara siyasî û dewlemend bi lêkolîn û dîmen û raporên şirovekirî, lê belê wek navendeke diyaloga rewşenbîrî û akadîmî û siyasetvana, ligel çapkirina komek pirtûkên bi nirx, roleke girîng di pêşxistina canê niştimanperwerî û dilsoziya welat û yekrêzî û pêkvejiyan û jîngeparêziyê de heye û bi piştrastî ew xebat û dilsozî berhemê mandûbûna sitafeke lêhatî ye û hêvîdarim her bi vî awayî li ser pêşkeftin û xizmetkirina pirojeya neteweyî de berdewam bin.
Destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinên bêtir zêdetir ji we re dixwazim
Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî




