26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Osman: Pilana Pêşmerge li Kerkûkê %100 ser keft

Çavkanî: KDP.info

Daquq-KDP.info- Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ew pilana Hêzên Pêşmerge ji bo girtina çend gund û deverên bajarokê Daquqê danîbû, % 100 hat bicîhkirin û ser keft, herwiha terorîstan ziyanên mezin dîtin.

Enwerê Hacî Osman, Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro sibehê seat 8, Hêzên Pêşmerge li gorî pilanekê dest bi êrişekê kirin bo girtina çend gundekî li sînorê bajarokê Daquqê û cihê dilxweşiyê ye ku ew pilan % 100 hat bicîhkirin û serkeftin bi dest anîn.”

Osman wiha got: “Di wî şerî de ziyanên Pêşmerge kêm bûn, lê terorîstên DAIŞê gellek ziyan dîtin, ku gellek çekdarên wan hatin kuştin û her 5 gundên ku mebesta wan bûn, hemû kontrol kirin.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha domand: ‘Ew gund ên kurdan in û ketibûn destê DAIŞê de û kiribûn cihê xwekuj û otomobîlên bombekirî.”

Nûçeyên têkildar