Emîd Serhed: Pêşmerge îro li Kerkûkê serkeftinek mezin bi dest anî

Kerkûk-KDP.info- Emîd Serhed dibêje, îro li eniya Kerkûkê Hêzên Pêşmerge baş pêşve çûn û navçeyeke berfireh û setratejîk ji destê terorîstên DAIŞê paqij kirin, herwiha gellek ji wan kuştin.
Emîd Serhed, Rêveberê Polîsê Qeza û Nahyeyên Kerkûkê ku bi xwe di wî şerî de bû, ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li eniya Kerkûkê me pêveçûneke baş kir. Me çekdarên DAIŞê ji gundên Banşaxê 1 û 2 û ji gundê Uzêriye û Mire û Etşane û Xeta Tirênê û Wadî Beşîr û Wadî Uzeyriye û Til Ehmed derxistin.”
Emîd Serhed wiha got: “Ew gund û navçe setratejîk û girîng in, ku ev demek bû ku di destê DAIŞê de bûn. Sala 2005 û 2006 terorîstên Qaîde û Beis li wir bûn, lê niha bi temamî ev dever ketiye destê me de. Bi giştî me serkeftineke mezin bi dest anî. Bi dehan çekdarên wan hatin kuştin û otomobîl û çekên wan hatin têkbirin û gellek ketin destê Pêşmerge de.”
Rêveberê Polîsê Qeza û Nahyeyên Kerkûkê wiha domand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û Amerîka bi giranî li çeper û navendên DAIŞê dan û bi piştevaniya wan ew pêşveçpn hat kirin.”




