18 kurdên êzîdî rizgar bûn

Şingal-KDP.info- 18 kurdên êzîdî yên din ji bajarokê Tileferê yê roavayê Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar bûn.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Derbo ji KDP.info re ragihand: “Îro, 3 malbatên xelkê gundên Koço, Hakimiyê û Til Benat yên ser bi Şingaklê ve ku ji 18 kesan pêk tên, ji destê DAIŞê rizgar bûn.”
Qasim Derbo eşkere kir ku, “Ew 18 kes ji devera Tileferê ya Şingalê gihiştine destê Pêşmerge, ku piraniya wan jin, zarok û pîr û kal in.”
Derbo herwiha got: “Ew 18 kes niha di rêya Dihokê de ne û dema bigihin wir dê li nexweşxaneyê pişkinîn pêwîst ji bo wan bên kirin.”
Tê zanîn ku piştî êrişa DAIŞê li ser Şingalê, kesên ku ketin destê wan de, mêr û xort hatin kuştin û jin û keç û zarok ji xwe re birin û piraniya wan firotin.




