26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tirkiye piştgiriya xwe bo Hewlêrê diyar kir..Teqîna duhî şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Wezareta Derve ya Tirkiyeyê teqîna duhî li nahyeya Enkawa bi tundî şermezar dike û piştgiriya xwe bo Hewlêrê diyar dike.

Duhî teqînek li nêzîk konsulxaneya Amerîkayê li nahiyeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve pêkhatibû û di encamê de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û 8ê din jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku, di encama teqîna Hewlêrê de 2 welatiyên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane û pênc ji birîndaran bûne.

Wezareta Derve ya Tirkiyê  jibilî şermezarkirina wê teqînê, destnîşan kir ku ew piştgiriya Hikûmeta Herêma kurdistanê di tekoşîna li dijî terorê de dike û sersaxî ji malbat û kesên jiyana xwe ji dest dane kir û selametî ji birîndaran re xwest.

Piştî teqînê 2 kurdên Bakurê Kurdistanê bi navê Sadettîn Şen û Bûlent Onen nema xuyakirin, lê îro diyar bû ku ew herdu kesên ku şehîd bûne, ew herdu kes in.

Sadettîn Şen û Bûlent Onen xelkê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bûn û li Başûrê Kurdistanê kar dikirin.

Nûçeyên têkildar