25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka teqîna duhî şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Derve ya Amerîkayê bi awayekî fermî teqîna ku duh li bajarokê Enkawe yê Hewlêrê pêk hat, şermezar kir û got, ewê alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ji bo eşkerekirina tometbarên bûyerê.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê, teqîn li nêzîk Konsulxaneya Amerîkayê çêbûye û Amerîka jî hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên bûyerê nîşan daye ku di encam de 2 kes şehîd bûn û 8 kesên din birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Amerîka spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji bo ku bilez bersiva bûyerê daye, herwiha hat gotin ku ewê bi hev re derbarê bûyerê de kar bikin û rastiyan eşkere bikin.

Amerîka herwiha piştgiriya xwe ji bo xelkê Başûrê Kurdistan û Iraqê nîşan da û tekez kir ku ewê bi hev re rûbirûyê gefan bibin û bi hev re jî DAIŞê têk bibin.

Nûçeyên têkildar