25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatî û Hikûmeta Kurdistanê: Teqîn Hewlêrê amajeya şikestina terorîstan e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqîna li nahiyeya Enkawa pêkhatibû şermezar dikin û tekez dikin ku, ew teqîn nîşana şikestin û serneketina “terorîstan” e.

Duh, 17ê Nîsanê, teqînek li nêzîk konsulxaneya Amerîkî li nahiyeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve pêkhatibû, di encam de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û 10 ê din jî birîndar bûn, ku birîna wan sivike, li gor ku Rêveberê Tendurstiya Hewlêrê ji BasNewsê re ragihandiye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê (KRP), tevî şermezarkirina wê teqîneyê ragihand ku “Ev kiryara ne mirovî amajeyeke bo şikestina terorîstan beramberî Pêşmergeyên qehreman û sernektina wan di eniyên şer de.”

Herwiha di daxuyaniya xwe de, Serokatiya Herêma Kurdistanê welatiyan piştrast dike ku, hêzên asayişê aramî û ewlehiya wan diparêzin û di demek nêzîk de wê encamderên teqîneyê aşkere bikin û dê cezaya xwe jî werbigrin û wiha berdewam dike “Bila terorîst baş bizanin ku, bi kiryarên ji vî cureyî morala pola ya welatiyên Kurdistanê nayê xwarê.”

Ji aliyê xwe ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) jî di daxuyaniyekê de ew teqîn şermezar kir û ragihand ku, ew kiryar belgeye li ser şikestina terorîstan beramberî Pêşmergeyên Kurdistanê.

Herwiha hikûmetê tekez kir jî ku “Ev tawan wek her tawaneke din a terorîstan, moral û hêza zêdetir dide me, ji bo rûbirûbûn û şikandina bereya teror û tariyê.”

Rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) jî berpirsiyariya wê teqîneyê girtibû stûyê xwe.

Naveroka Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê:

Îro în 17.04.2015 li encama kirdareke terorîstî ya li bajaroka Ankawa ya Hewlêra paytexet hejmarek hemwelatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Ev kirdara ne mirovane balkişandineke rûne ji bo şikestina terorîstan li beranber Pêşmergeyên qehreman û têkçûna wan ya li bereyên cenge.

Ji bo wê yekê terorîst bi tirsnokî hêviya xwe bi kirdarên terorîstiyê dibin û hewl didin bexteweriya hemwelatiyan xera bikin. Ji bilî bi tundî şermezarkirina vê karê dirindaneya terorîstan serxweşiyê li malbatên şehîdên vê teqîna îro ya li Ankawa dikîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn.

Ji wê yekê jî bawerîn ku hêzên asayîşê li zûtirîn demî da encamderên vê karê dirindane wê bigihînin sizayên xwe û hemwelatiyên serbilind jî ji wê yekê dilniya dikin ku hêzên Pêşmerge û Asayîş û Polîs bi hemû şiyanên xwe ve aramî û bexteweriya welat diparêzin. Bila terorîst jî wê yekê baş bizanin ku moral û ureya polayîniya hemwelatiyên Kurdistanê bi kirdarên vî awayî danabezê û em hemû alî jî li rûbirûbûna terorê de sûrtir dibîn û Pêşmergeyên qehreman jî tola xwîna bi ne heq rijayiya hemwelatiyan, li bereyên ceng de dikin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
17.04.2015

Naveroka Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî kiryara terorîstiya bajarokê Enkawe şermezar dike û dibêje encamdana wê kiriyara terorîstî li bajarokê Enkawe li Hewlêrê nîşana şikestin û têkçûna terorîstane li ser destê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê.

Ev li jêr teksta daxuyaniya civata wezîrên herêma Kurdistanê:

Em bi dijwarî tawana terorîstiya îro roja 17ê nîsana 2015ê li bajarokê Enkawe hatiye encamdan û tê de xelkê sivîl kirine armanc şermezar dikin. Ev tawana tirsinokeya terorîstan nîşana hovatiya wane û di heman demê de belgeyê şikestin û têkçûna terorîstane li hember hêza pêşmerge û xweragiriya cemawerê Kurdistanê.

Ev tawan weke her tawnake din ya terorîstan, ji bona rûbirûbûn û têkşikandina bereyê teror û tariyê û bingorkirina xewinên wan yên cehnemî zêdetir moral û hêzê bi me dide.

Em sersaxiyê pêşkeşî malbatên şehîdên bê tawanên vê kiryara terorîstan dikin û hêviya çakbûnê bo birîndaran dixwazîn û em careke din tekîd dikin ku, heta serkeftina bi yekcarî dê li ser şikandin û bingorkirina terorîstan li her derê bin berdewam dibin.

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê

17.04.2015

Nûçeyên têkildar