26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qasim Simêl: Heta Serok Barzanî hebe, pêwîstiya kurdên êzîdî bi kesekî din nine

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qasim Simêl, ku fermanderekî Hêzên Pêşmerge ye li devera Şingalê, ragihand ku kurdên êzîdî pêwîstiya wan bi kesekî nine ku ligel xelkê Şingalê nejiya be û li derveyî Başûrê Kurdistanê be. Herwiha tekez kir ku, heta Serok Barzanî hebe, pêwîstiya kurdên êzîdî bi kesekî din nine.

Qasim Simêl ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşwîstiya xelkê Şingalê bi wê yekê heye ku bajarê wan bê azadkirin, da ku vegerin gund û bajar û malên xwe. Pêwîstiya wan bi kanton û wan dibistanan nîne, ji ber ku ew modên nemane û Şingal xwe bi Herêma Kurdistanê ve girê dide.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Tişta ku ji Şingalê re pêwşst e, azadî ye û piştre emê hewl bidin ku bibe parêzgah û ava bikin û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were birêvebirin, ne ku muzayedeyên siyasî û fitne li Şingalê were derxistin.”

Qasim Simêl wiha domand: “Nêzîk û bi piştevaniya Serok Barzanî Şingal dê were rizgarkirin û dê were avakirin û xelk vegerin malên xwe, lewma ne ji mafê ti kesî ku derbarê pêşeroja kurdên êzîdî biaxive û em naxwazin ew gotin dûbare bibin ji ber ku em qebûl nakin.”

Qasim Simêl, ku fermanderekî Hêzên Pêşmerge ye li devera Şingalê, ragihand ku kurdên êzîdî pêwîstiya wan bi kesekî nine ku ligel xelkê Şingalê nejiya be û li derveyî Başûrê Kurdistanê be. Herwiha tekez kir ku, heta Serok Barzanî hebe, pêwîstiya kurdên êzîdî bi kesekî din nine.
 

Nûçeyên têkildar