Asayiş: 2 kes şehîd bûn û 8 birîndar bûn..Rewşa Hewlêrê aram e

Hewlêr-KDP.info- Rêveberiya Asayişa Hewlêrê daxuyaniyek derbarê teqîna îro ya Eyinkawa belav kir û tê de ragihand ku ew teqîn otomobîleke bombekirî bû. Herwiha da zanîn ku, rewşa Hewlêrê aram e.
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
Îro înê seat 5:45 êvarî otomobîleke bombekirî li bajarokê Eyinkawe, di navbera navenda polîsê Eyinkawa û navenda Konsolxaneya Amerîkayê, li pêşiya kafetirya Nîlî, teqiya û di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 8 kes jî birîndar bûn.
Lêkolîn bo girtina tawanbaran berdewam dike û emê ji raya giştî re encamên lêkolînê eşkere bikin.
Em welatiyên bajarê Hewlêrê piştrast dikin ku rewşa bajêr aram e û di bin kontrola hêzên asayişê de ye.
Rêveberiya Asayişa Hewlêrê
17/4/2015




