Serokê Herêma Kurdistanê ji bo beşdarî kirina Kongreya AKP ê gihîşt Enqere

Bi daweteke fermî ya Serokê AKP û Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdoxan, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî tevî heyetek ji Rayedarên Partiya demokrata Kurdistanê û Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê bi mebesta beşdarî kirina di kongreya 4an ya AKPê de gehêşte Paytexta Tirkiye Enqereyê û ji aliyê Nunerê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwaziyê, Serokwezîrê Tirkiyeyê receb Teyyib Erdoxan jî pêşwaziya Serok Barzanî kir.
Hate zanîn ku, biryare piştî xwarina nanê Êwarê, Serokê Kurdistanê û Serokwezîrê Tirkiyeyê civînek pêk bînin.
Herwiha hate zanîn ku, biryare di dema destpê kirina kongreya 4an ya AKPê de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş bike.




