Mihemed Qadirî: Daxuyaniyên Kalkan nabe dûbare bibin..Ezmûna Başûr nabe ji dest biçe
__2015_04_17_h21m38s37__RM.jpg)
Koye-KDP.info- Endamê Deftera Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Nezîf Qadirî gotinên Doran Kalkan bi derxistina rewşeke neguncayî siyasî bo Kurdistanê dizane û dibêje daxuyaniyên Kalkan nabe dûbare bibin û nabe jî ezmûna Başûr ji dest biçe.
Mihemed Nezîf Qadirî, Endamê Deftera Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê û damezrawên wê bi sîstemeke demokratîk kar dikin û bi rêya hilbijartinên giştî û bi beşdariya xelkê Başûrê Kurdistanê ew system hatiye diyarkirin bi bê ku tu guvaşek li ser awayê diyarkirina wê sîstemê hebe, lewma ew daxuyaniyên Doran Kalkan ligel vê ezmûna Kurdistanê hev nagire û divê Kalkan pêşiya hemû aliyên wê yekê nas bike ku ev ezmûna Başûrê Kurdistanê bi hêsanî nehatiye heta bi gotinekê vê sîstemê biguhere.”
Qadirî wiha got: “Ev gotinên yên wek Kalkan xizmeta yekperçeyîya Kurdistanê nakin û serkeftinên di wê yekê de ye ku aliyên siyasî yên Kurdistanê yekdeng û yekhelwêst bin û yek rêveberî in, di heman demê de destêwerdana nav karûbarê parçeyên din ên Kurdistanê ne dirust e, lewma eger di her rewşekê de her parçeyeke Kurdistanê daxwaza alîkariyê bike em alîkariya wê bikin, lê dive em rastiya wî parçeyî li ber çav bigirin û daxuyaniyên wek yên Kalkan dûbare nebin.”




