Nêçîrvan Barzanî: Giftûgo kirin bi Ocelan re gelek girînge

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvînekê de digel rojnameyeke tirkî pêşwazî li daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiyeyê ku, gotibû hikûmeta Tirkiyeyê dikare danûstandinan digel Ebdula Ocelan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bike, kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku, ev çend sale hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê ji bo danûstandinên aşitî û çareseriyên siyasî teşwîq dike, di bersiva du pirsên rojnameya Star a tirkî de, çend xalên giring ji bo hikûmeta tirkî û PKKê pêşniyar dike:
Pirs: Gelo di danûstandinên Osloyê de Hewlêrê çi role hebû?
Nêçîrvan Barzanî: Em haydarî danûstandin û civînên Osloyê bûn û ji bona çareserkirina pirsgirêkan, me hertim piştgiriya diyalogê kiriye. Ji bona aşitî û ragirtina xûnriştinê li Tirkiyeyê me hemû alîkarî kirine. Li ser vî esasî em pêşwaziyê li daxuyaniyên van rojên dawiyê yên serokwezîr Receb Teyb Erdogan ku, amadeyîya xwe ji bona destpêkirina danûstandinan digel Ebdula Ocelan nîşan daye, dikin. Kurd li benda wan pêngavaye yên ku aşitiyê pêktînin, gelê tirkî jî eynî tişt dixwaze. Divê xoşewîstî, ne xûnriştin, di navbera kurd û tirkan de zêdetir bibe. Daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiyeyê atmosferekî baş bo ragirtina xûnriştinê û kavilkirinê dirust dike, gelê kurd jî di vê serdemê de çareseriyeke aşitî û siyasî ji bo pirsa kurd daxwaz dike. Bi dîtina me, ji bon wê armancê jî, ev pêngav dikarin atmosferekî rasteqîne bo aşitiyê dirust bikin:
- Çekdanan Partiya Karkerên Kurdistanê ji encamê danûstandinan
- Ragirtina hemû êrîşên gerîla û arteşa Tirkiyeyê dijî hev du
- Ragirtina êrîşên polîs bo ser çalakvanên medenî ku, li gor qanûnên medenî li navxweya Tirkiyeyê kar dikin
- Baştirkirina rewşa jiyana Ebdula Ocelan
- Destpêkirina danûstandinan digel Ebdula Ocelan
- Ragirtina kampaniyayên siyasîyên Partiya Aşitî û Demokratîk BDP li dijî Receb Teyb Erdogan û Partiya Dad û Geşepêdanê
- Çareserkirina pirsa wan hezaran girtiên li ser dosyeya KCK hatine girtin
Pirs: Eger danûstandin û civîn nû dest pê bikin, rola Hewlêrê çi dibe?
Nêçîrvan Barzanî: Ji bona çareseriya aştiyane em amade ne her rolek pêwîst be bilîz in. Her tiştê bikeve ser mile me diwarê biratî û cîrantiyê de em amadene eda bikin. Bi baweriya me pirsa kurd li Tirkiyeyê pirsek siyasiye, ne pirseke emnî û leşkerî ye, ji ber hindê ew pirs bi tenê bi rêya siyasî çareser dibe. Ew êrîşên nuha PKK encam dide û herwesa ew êrîşên arteşa tirkî li navxweya Tirkiyeyê dike û ew êrîşêm firokeyên tirkî bo ser herêma Kuridstanê dike, ji bona bidawîanîna vê pirsê, tu encam nabe, lê belê ziyanê digihînin wan pêşkeftinên di van çend salên dawiyê de ji encamê diyaloga navbera dewleta tirkî digel Ocelan û PKK bi dest ve hatine.
Gelê kurd li Tirkiyeyê weke gelê tirk hez dike ew pirs bi aşitî bi dawî be. Kurd û tikr li Tirkiyeyê gelek têkelî hev du bûne, kar û jiyana wan bi hev re ye, eger atmosferekî aşitiyê hebe û ew pêkvejiyana di jiyana rojane de di navbera kurd û tirkan de li Tirkiyeyê heye di destûra nû a Tirkiyeyê de li ser esasê hevdûqebûlkirin û mafên hev du naskirin bê bi cîkirin, mesele ji esasî tê çareser kirin. Ew yek jî dibe destkeftiyeke din a mezin bo serokwezîr, Partiya Dad û geşepêdanê, her du gelên kurd û tirk û bo hemû aliyan. Hêvîdar în kongreya nû a Partiya Dad û Geşepêdanê rê li pêşiya serokwezîrê Tirkiyeyê veke û îtîrafê bi hemû taybetmendiyên kurd bike û şidetê bi rêya diyalogê nehêle




