25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

18 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Naweran-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li bakurê Mûsilê li karwaneke otomobîlên çekdarên DAIŞê dan û gellek çekdarên wan kuştin.

Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gundê Qaîm, ku dikeve navçeya Naweran û Şelalatê li bakurê Mûsilê, balafiran li karwaneke otomobîlên DAIŞê dan û di encamê de 18 çekdarên wan hatin kuştin.”

Seîd Memozînî wiha got: “Îro seat 10:30 çend otomobîlên çekdarên DAIŞê bi aliyê gundê Xorsebatê ve de dihatin, lê beriya ku bigihên cihê mebest, balafirên şer bi giranî li wan dan û otomobîlên wan her 6 têk birin.”
 

Nûçeyên têkildar