25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cemal Murtke: Armanca DAIŞ kontrolkirian bîrên petrolê yên Guwêrê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Eniya Mexmûr – Guwêr amaje bi hewlên DAIŞê bo destdanîna ser bîrên pertolê yên Guwêrê dike û wê yekê jî diyar dike ku Pêşmerge parastina navçeyê dike û nahêle merama terorîstên DAIŞê bi cîh bê.

Cemal Murtke, Berpirsê Eniya Mexmûr – Guwêr ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew bîrên petrolê ku li derdora Guwêrê ne û yên din jî li aliyê Xurmele û Dubiz in, di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne.”

Murtke wiha got: “Hewlên DAIŞê bo destdanîna ser bîrên pertolê yên Guwêrê dike û wê yekê jî diyar dike ku Pêşmerge parastina navçeyê dike û nahêle merama terorîstên DAIŞê bi cîh bê.”

Wî berpirsê Pêşmerge wiha got: “Niha Hêzên Pêşmerge bi hêzeke mezin wê eniyê diparêze û nahêle merama terorîstên DAIŞê biçe serî.”

Nûçeyên têkildar