Zeîm Elî: Pêşmerge qalibê DAIŞ şikand û bi temamî biçûk kiriye

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê eniya rojhilat û rojavayê Dîcle Zeîm Elî ragihand ku, Hêzên Pêşmerge hêza tekane ye li navçeyê ku bi rastî şerê DAIŞê dike û DAIŞ ew dewleta mezin bû ku navê xwe kiribû Dewleta Îslamî, ku Pêşmerge ew kir bajarek biçûk û bi temamî biçûk kiriye û dorpêç kiriye.
Zeîm Elî, Berpirsê eniya rojhilat û rojavayê Dîcle ji malpera KDP.info re ragihand: “Şerê Pêşmerge û DAIŞ û balansa hêza navçeyê guhertiye, ji ber ku ne ji Pêşmerge ba DAIŞê metirsî bû li ser hemû navçeyê dirus kiriye, lê Pêşmerge di nava 8 mehên borî de qalibê DAIŞê şikand û bi temamî biçûk kiriye û DAIŞ ew dewleta mezin bû ku navê xwe kiribû Dewleta Îslamî, ku Pêşmerge ew kir bajarek biçûk û bi temamî biçûk kiriye û dorpêç kiriye.”
Zeîm Elî wiha domand: “DAIŞ li tu eniyekê nikare nêzîkî sînorê axa Kurdistanê bike û di dema şerên borî de gellek kuştî dane û bi sedan emîrên xwe dane, lewma Pêşmerge DAIŞ şikandiye û qebareya wan têk daye.”




