Îdrîs Baluken: pêwîstiya AKPê bi dengên gelê Kurdistanê heye

Tirkiye-KDP.info- Parlamenetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken diyar kir ku, eger HDPê benda % 10 ya hilbijartinê derbas neke wê AKPê şer bide destpêkirin.
Baluken li Çewlikê di civînekê de diyar kir ku pêvajoya çareseriyê berdewam dike, lê di heman demê de got, hikûmetê di civîna vê dawiyê ya Encumena Asayişa Neteweyî ya Tirkiyê de biryara şer stend.
Bi gotina Baluken, biryara di civînê de hatiye standin ew e ku eger hilbijartin li pêş nebana wê ew biryar di pratîkê de pêk bihata, lê di nêrîna wî de, niha ji ber hilbijartinê AKPê bi guman nêzî biryara şer dibe.
Namzedê HDPê yê Çewlikê herwiha got: “Ji ber ku pêwîstiya AKPê bi dengên gelê Kurdistanê heye, vê biryarê pêk nayne.”
Îdrîs Baluken hişyarî jî da ku eger di hilbijartinên 7ê Hezîranê de AKPê destê xwe xurt bike û HDPê benda % 10 derbas neke, dê şerekî mezin bide destpêkirin û di nêrîna wî de, tiştên li Agiriyê pêk hatin jî perçeyekî biryara şer a di civîna Encumena Asayişa Neteweyî de hatiye standin.




