Kobanê- 10 gund hatin rizgarkirin

Kobanê-KDP.info- Hêzên kurdî li herêma Kobanê çend gundên din li başûr kontrol kirin û bi tenê 2 xal û gundek li aliyê başûr maye ku kontrol bikin.
Jêderekî agahdar ji Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Hêzên hevbeş ên kurdî piştî ku rêya stratejîk a di navbera parêzgeha Heleb û Hesekê de ji destê DAIŞê derxistin, niha hin bi hin navçeyên li ser wê bi temamî kontrol dike.”
Wî jêderî wiha got: “Duhî nêzîkî 10 gund li başûrê Kobanî ji destî DAIŞê hatin derxistin, ji wan gundan jî Girik, Hemdûn, Saqik, Îsinê, Xurxuriyê û Xan Mamed bûn.”
Li gor zaniyariyên wî çavkanî, ji Kopiriya Qereqozaqê de ji aliyê rojava ber bi rojhilatê ve heta gundê Ebû Sirê li nêzîkî bajarokê Eyin Îsa li ser rêya di navbera parêzgeha Heleb û Hesekê de, bi tenê 2 xal di destê DAIŞê de mane.
Heman jêder da zanîn ku ew 2 xal jî çerxerêya Sirînê û Navenda Ceh û Genim a bajarokê Sirînê ne ku derdora 35 kîlometran dikevin başûrê Kobanê.
Wî jêder wiha domand: “Gundên rojavayê Kobanê bi temamî ji destê DAIŞê hatine derxistin û li aliyê başûr jî tenê 2 xal û gundek mane.”




