25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî: Kes nikare kurdên êzîdî ji Kurdistanê veqetîne..Divê ew bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta hatina cejna “Çarşema Sor” a kurdên êzdî, ku îsal dikeve 15ê Nîsanê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ew cejin li hemû kurdên êzîd pîroz kir.

Ev jî tekesta peyama wî ye:

Bi helkefta hatina cejna serê sala êzîdî, cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyekî germ li hemû xuşk û birayên Kurdên êzîdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim.


Kurdên êzîdî mînaka berxwedan û xweragiriya gelê me ne ku ji bilî wan hemû hewlên ji bo qirkirinê, tu dijminek nekariye Kurdên êzîdî ji nav bibe, her ji bo wê yekê ji bilî dirindeyî û hemû karên nemirovaneyên terorîstên DAIŞ yên di dema dagîrkirina devera Şingalê de, nekarîn îradeya we yên ezîz têkbişkînin û berxwedan û xweragiriya bû bi peyamek ji bo hemû dost û dijminan ku êzîdî beşekî veqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne û her bi wê navê jî bû ku sedan zarok û gedeyên Kurdistanê ji Xaneqînê heta digihe Zaxo bi çekê şerefê Pêşmergayetiyê ve hatin û ji bo azadkirina devera Şingalê xwîna xwe ya geş rijandin ser axa wê deverê û şehîd bûn. Xwîna wan şehîdan peyameke rûne ku tu hewlek nikarê Kurdên Êzdî ji Kurdistan û gelê me veqetîne.


Li sayeya azayetî û cangoriya Pêşmerge ve niha zêdetirê navçeyên devera Şingalê ji destê terorîstên DAIŞ hatine azad kirin û bi dilniyayiyê ve hîç bostek ji axa Kurdistanê li bin destê terorîstan da nahêlîn û ev rewşa niha ya xuşk û birayên êzîdî bi dawî dibe û bi serbilindiyê ve vedigerin nav malên xwe û we dilniya jî dikin ku Pêşmerge dibê şureke polayînî ya ji bo parastina we û hemû pêkhatên Kurdistanê.


Li cejna serê sala êzîdî da tekez li wê yekê dikîn ku bi hemû şiyanek ve palpiştiya xuşk û birayên êzîdî dikîn û divê ew bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin û rê nadîn hinek kes çarenûsa wan diyar bikin û sûrîn li ser parastina wan û dabînkirina paşarojeke dûrî ji nexweşî û çewsandinê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15/04/2015
 

Nûçeyên têkildar