26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê cejna Çarşema Sor li xuşk û birayên êzîdî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sibe çarşemê 16ê Nîsanê cejna serê salê (Çarşema Sor) a kurdên êzîdî ye, bi vê helkeftê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê birûskek pêşkêşî xuşk û birayên êzîdî kir.

Ev jî deqa wê tekestê ye:

Îsal di demekê de çejna Çarşema Sor ya xuşk û birayên me yên kurdên êzîdî vedigere, ku bi hezaran malbatên wan ji ber terorê ji war û cihê û mal û halê xwe dûr in û di jiyana koçberiyê de derbas dibin, herwiha bi hezarên din jî winda bûne û şehîd bûne. Ev ji dil û can hevxemiya xwe digel xuşk û birayên me yên êzîdî derdibirin û hêvîdar in ku cejnên bên, cejnên serkeftin, rizgarbûn û azadkirina hemû cihên Kurdistanê bi giştî û cih û war û deverê xuşk û birayên êzîdî bi taybetî be.

Di demekê de ku em sersalê li hemû xuşk û birayên êzîdî li Kurdistanê û li her cihekê cîhanê bin, pîroz dikin, careka dî hemûyan piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser hewlên xwe yên jib o nasandina karesata bi serê kurdên êzîdî de hatiye wek jînosayd bi her awayî berdewam be û jib o vê yekê dê hemû karîn û şiyan û kenalên xwe yên siyasî û dîplomasî bi kar bîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha bi her awayî dê li ser hewlên xwe yên rizgarkirina xuşk û birayên me yên revandî berdewam be heta ku hemû bên rizgarkirin. Herwiha jî dê di hewlên berdewam de be ji bo pêşkêşkirina hemû terzên alîkarî û xizmetan û avakirina wan cih û deverên wan yên ku rojane ji aliyê pêşmergeyên Kurdistanê ve têne rizgarkirin.

Hevsozî ya hevxemiya xwe digel hemû xuşk û birayên me yên êzîdî dûbarê dikin û cejna hemûyan pîroz be.

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê
 

Nûçeyên têkildar