26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Iraq berpirsiyar e li hember qerebûkirina malbatên serbilindên şehîdên Enfalê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 27emîn salvegera karesata Enfalê peyamek belav kir û tê de got, dewleta Iraqê berpirsiyar e li qerebûkirina malbatên serbilindên enfalkiriyan û pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên Enfalê bike.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li salvegera bîst û heft saliya destpêkirina şalawa Enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê me da hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesukarên serbilindên enfalê dikîn.

Di demek da em vê bîranînê dikîn ku Pêşmerge bi qehremanane li sengerên bergirî kirinê daye û efsaneya terorîstan û dijminên mirovayetiyê şikandin. Azadîxwazî û pabendbûna gelê Kurdistanê bi bihayên bilinde ku hana dijminên Kurd dide wiha dilreqane êrîşî gelê mazlum û sîtemdîtiyê Kurdistanê bidin.

Vê carê jî dijminên gelê Kurdistanê bi heman nefesa dijminkarane û ne însaniyaneya enfalçiyan êrîşên dirindane kirin ser gelê Kurdistanê lê belê xweragiriya gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge rê neda terorîst û dijminên Kurdistanê bigihin armancên xwe bi şûm.

Enfal pileyekî şermezariye li ser milê dijminan û cîhanê ku li beranber vê karesatê da bêdengiyê hilbijard. Li vê bîranînê de eve dûpat dikîn ku pêwîste hewlên bi jenosayd nasandina enfalê li ser asta cîhanê berdewam bin û bigihin encamek û her wiha dewleta Iraqê jî berpirsiyare li qerebû kirina kesukarên serbilindê enfalkiriyan û pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalê bike û termê pîrozê hemû şehîdên enfalan jî vegerênê ser axa nîştîman.

Li yada vê karesata diltezîn da baştirîn wefa ji bo qurbanî û şehîdên enfalê parastina yekrêziya gelê me ye û destgirtine bi berjewendiyên bilindên welatê me, ji bo wê yekê ku bikarîn vê qonaxa dijwar û tehdîdên rûbirûyê gelê me dibê bi serkeftî derbas bikin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.04.2015
 

Nûçeyên têkildar