Mesrûr Barzanî bo Konsulusê Kanadayê: Bo şikandina DAIŞê pêwîstî bi karê hevbeş heye

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulusê Kanadayê yê li Iraq û Urdinê kir, bo şikandina DAIŞê pêwîstî bi karê hevbeş heye.
Îro sêşemê Şêwermendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Kusnusluê Kanadayê yê li Iraq û Urdinê Bruno Saccomanî û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de behsa pêşhat û pêşdeçûnên ewlekarî, hevkariyên leşkerî û însanî û herwiha peywendiyên siyasî û abûrî yên di navbera Kurdistan û Kanadayê de û pêdiviyên şerê dijî terorîstên DAIŞê hate kirin.
Di vê derbarê de Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser girîngiya bihevre kar kirin di şerê dijî terorîstên DAIŞê de kir û got: “Em dost û hevbeşin lewre lazime bihevre kar bo têkşikandin û paşekeşî pê kirin bi terorîstên DIŞIê û bihêztir kirina peywendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de bidin.”
Li hember de Bruno Saccomanî kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî diyar kir û eşkere kir ku pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de ên di warê siyasî, abûrî û însanî de hatine bidestxistin cêyê kêfxweşiya mene û bo me gelek girîngin û em dixwazin bihevre li gel we kar bikin û ew yek jî bikin bingeha pêşeroja peywendiyên navbera Kurdistan û Kanadayê




