26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xelkê Şingalê ji Hikûmeta Iraqê bêhêvî bûne

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Xelkê Şingalê bi yekcarî ji Hikûmeta Iraqê bêhêvî bûne û omêd û hêviya wan tenê di Hêzên Pêşmerge de maye, ji ber ku Pêşmerge bi ruh û canê xwe parastina wan kirin û di nava 2 şev û 2 rojan de 3 hezar km çargoşe ji wê deverê rizgar kirin.

Niha ji hemû demekê bêtir terorîstên DAIŞê fêm kirine ku êdî pêşeroja wan Herêma Kurdistanê nîne û bi taybetî jî nikarin êdî berdewam bin, ji ber ku Pêşmerge bi tundî li wan dan û gellek ziyan gihandin wan.

Hêzên Pêşmerge pîroziyên kurdên êzîdî parastine û ji hemû demekê bêtir em nêzîkî rizgarkirina Şingalê ne. Wek Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Îsa Zêweyî ragihandiye, eger ferman bigihê wan dê di demeke kurt de Şingalê bi temamî rizgar bikin.

Şingal ji DAIŞê re bûye goristan, ku herî kêm 1000 çekdarên wan tê de hatine kuştin û niha hejmara wan pir kêm e, herwiha îradeya wan bo êrişê lawaz bûye û dema ku êriş jî dikin rastî bersiveke tund ji aliyê Hêzên Pêşmerge û balafiran tên.

Şingal, ku piraniya xelkê wê kurdê êzîdî ne û hemû koçber bûne bo Dihok û Hewlêrê û niha ew di bin siya Herêma Kurdistanê de ne.

Xidir Domelî, mamosteyê zanîngehê dibêje % 90 ji koçberên kurdên êzîdî li Dihok û Hewlêrê ne di kampan de hatine bicîhkirin.

Li gorî raportên cîhanî, xelkê Şingalê ji bêhêvî bûne û omêd û hêviya wan tenê, ji ber ku ti alîkarî û hevkarî nedane wan.
 

Nûçeyên têkildar