Elî Ewnî: Pirsa Destûr dibe bi sazan û rêkeftinê were yekalîkirin

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, pêwîst e pirsa destûr û serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera aliyên siyasî de di keşûhewayeke aram û dûr ji nakokî birêve biçe.
Elî Ewnî, Endamê Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna îro ya Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ti biryar nehat sitendin û behsa destûr û pirsa wîlayeta Serokê Herêma Kurdistanê hat kirin, ku ev pirs girêdayî hemû gelê kurd in. Lewma pêwîst e pirsa destûr û serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera aliyên siyasî de di keşûhewayeke aram û dûr ji nakokî birêve biçe û hemû alî û xelkê Kurdistanê di hûkimraniya Kurdistanê birêve biçe.”
Ewnî wiha domand: “Pêwîst e bi awayekî aram û dûr ji tundiyê û bi danûstandinan pirsa destûr li dervey Parlamentoya Kurdistanê hatiba yekalîkirin.”




