Şingal- Pêşmerge bi tundî li DAIŞê da..25 terorîst hatin kuştin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, îro terorîstên DAIŞê êrişeke berfireh kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê êrişa wan hat têkbirin û ziyaneke mezin gehîştiye wan û nêzîkî 25 terorîstê hatin kuştin.
Qasim Derbo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro nêzîkî 100 terorîstên DAIŞê li gundê Gabare ku 10 km li rojavayê Şingalê ye, êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lêbi tundî li dijî wan rawestan û êrişa wan têk birin û gelek ziyan gehandin wan.”
Derbo wiha got: “Di wî şerî de nêzîkî 25 terorîst hatin kuştin û otomobîlê têk birin.”
Derbarê berdewamiya wî şerî de, Qaim Derbo wiha domand: “Terorîstên DAIŞê ew şikandin û niha jî şer bi dawî hatiye û rewş aram bûye.”




