26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Heşda Şeibî ji bo Iraqê pêwîst e lê ji bo Kurdistanê na

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, hêza Heşda Şeibî ku ji milîsên şîe yên Iraqê pêk tê, ji bo Iraqê pêwîst e lê ji bo Kurdistanê na. 

Encumena Rêveberiya PDKê îro bi serokatiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî civiya.

Di civînê de Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û hemû endamên encumenê amade bûn.

Li gorî daxuyaniya civînê, di civînê de li ser rewşa Iraqê, şerê DAIŞê, rewşa Kurdistanê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, rewşa PDKê, mijarên Destûrê û Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine axaftin û helwest û biryarên pêwîst hatin dayîn.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku niha hêzên Pêşmerge û saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê mirovahiyê diparêzin û bi alîkariya hêzên hevpeyman roj bi roj zêdetir pêşde diçin û wêrekî û berxwedana Pêşmerge û şervanên kurd ji Xaneqînê heta Şingal û Kobanî tirs xistiye nav dil û mêjiyê dijminan.

PDKê li ser hêza Heşda Şeibî, ku niha di şerê DAIŞê de alîkariya artêşa Iraqê dike jî ragihandiye, Heşda Şeibî ji bo Iraqê lazim e lê ji bo Kurdistanê na, çimkî Pêşmerge ti valahiyeke leşkerî û ewlehiyê li Kurdistanê nehîştiye.

Nûçeyên têkildar