Serok Barzanî: Pêşmerge bi qehremananiyeke mezin bergiriyê li welat xwe dikin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Eyad Ellawî Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, tekez kir ku Hêzên Pêşmerge bi qehremananiyeke mezin bergiriyê li ax û welat xwe dikin.
Îro şemî 11.04.2015 li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Eyad Ellawî Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Cîgirê Serok Komarê Iraqê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê nîşan da û destxweşî û pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li ser terorîstan de, li Serok Barzanî kir û hêvî jî xwest terorîst li Iraqê bi tevahî bêne têkşikandin û aramî û asayîş ji bo welat vegerê.
Li beranber de Serok Barzanî bi xêrhatina Cîgirê Serok Komarê Iraqa Federal kir û li gotarek de tekez kir ku Pêşmerge bi qehremananiyeke mezin bergiriyê li ax û welat dike û kariye efsaneya DAIŞê têkbişkêne û niha terorîst li şikesta berdewamdane û hiç paşarojeke wan li vê welatê da tûne.
Di beşekî dinê hevdîtinê de behsa rewşa koçber û lêqewimiyan li şerê DAIŞê kir û Cîgirê Serok Komarê Iraqê behsa rola Herêma Kurdistanê kir ku himbêza wê hejmara zêdeya penaberan kiriye û ji bilî wê rewşa giran a darayî û şerê dasepandiya terorîstan, lê belê Kurdistan bûye warekî aramê lêqewimiyan.
Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa emnî û siyasî ya Iraqê û navçeyê mijareke dinê hevdîtinê bû û tekez li wê yekê kirin ku ji bo derbasbûna ji vê rewşa niha pêwîste hemahengî û hevkariya li navbera her dû aliyan û hevpeymaniya navdewletiya dijî Da'îş berdewam bê.




