Almanya karwanek din ji çek û pêdviyên leşkerî ji Kurdistanê re dişîne

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî di dema pêşwaziya şandeke leşkerî pilebilinda Almanyayê de, ragihand ku ew dixwazin Almanya wek şirîkekî li Rojhilata Navîn li Kurdistanê binere, ku Herêm wek durgeyekî aram li nava deryayekî tevlihev de ne. Herwiha şanda Almanya ragihand ku di vê mehê de dê karwaneke din ji çek û pêdviyên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê.
Îro şemeyê, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke leşkerî pilebilinda Almanyayê bi serokatiya Markos Girûbil Alîkarê Wezîrê Bergiriyê kir.
Di hevdîtinekê de ku bi amadebûna hejmarek berpirs û nûnerên herdu aliyan, rewşa dawî ya şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê û alîkariyên leşkerî yên wî welatî bo Hêzên Pêşmerge hatin nirxandin.
Di vê derbarê de Mesrûr Barzanî ragihand ku, şikandin û jinavbirina DAIŞê li ser karê hevbeş di navbera me de sekiniye. “Em dixwazin Almanya dost û hevpeyman û wek şirîkekî li Rojhilata Navîn li Kurdistanê binere, ku Herêm wek durgeyekî aram li nava deryayekî tevlihev de ne. Pêwîst eem berdewam di amadebaşiyê de bin ji bo ku teror bi formeke din venegere.”
Herwiha şanda Almanya ragihand ku di vê mehê de dê karwaneke din ji çek û pêdviyên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê.




