Bêtirî 1300 kurdên êzîdî azad bûne

Hewlêr-KDP.info- Îro jî 31 kurdên êzîdî li Tileferê ji destê terorîstan rizgar bûn, ku di nav 3 rojan de bêtirî 300 kurdên êzîdî azad bûne û bo yên mane jî hewl berdewam dikin. Nûnerê kurdên êzîdî li Parlamentoya Kurdistanê jî dibêje heta niha bêtirî 1300 kurdên êzîdî azad bûne.
Şêx Şemo, Berpirsê Bingeha Laleşê û Nûnerê kurdên êzîdî li Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di van 3 rojên borî de 1300 kurdên êzîdî ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûne, ku piraniya wan jin, zarok û pîr bûn, bo azadkirina yên mane jî hewl berdewam dikin.”
Şemo wiha got: “Heta niha 1300 kurdên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûne û bêtirî 3100 kes jî di destê wan de mane. Serkirdatiya Kurdistanê şev û roj kar ji bo azadkirina wan dike. Yên ku nû rizgar bûne di bin çavdêriya tendrûstî de ne.”




