25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî: DAIŞ li Hewîce û derdora wê şipirzebûne..Cihê wan li axa Kurdistanê nîne

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku, çekdarên DAIŞê li Hewîce û derdora wê şipirzebûne bi taybetî biştî wan derbeyên dawiyê yên Hêzên Pêşmerge li wan dan. Niha jî tenê mijûlî kolandina xendeqan e, ji ber ku nema karin êriş bikin. DAIŞ bi zorê xortan çekdar dike, ji ber şikestinên xwe yên mezin.

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê û Dûbiz, Dr. Kemal Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li Hewîce û derdora wê şipirzebûne bi taybetî biştî wan derbeyên dawiyê yên Hêzên Pêşmerge li wan dan. Herwiha li bajarê Tikrîtê jî rastî şikestineke mezin hatin. Lewma niha DAIŞ li Hewîce û navçeyên derdora wê li ser xwe ditirsin.”

Kerkûkî wiha got: “DAIŞ niha li derdora Hewîce û Reşad û Riyaz û cihên din mijûlî kolandina xendeqa ne. Beşek mezin ji çekdarên wan reviyane Mûsilê, bi taybetî jî çekdarên biyanî. Di nav xwe de jî nema ji hev bawer dikin û gellek caran ji hevdu kuştine.”

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê û Dûbiz derbarê rewşa eniya wan wiha domand: “DAIŞ nema ew hêza berê ye ku bawerî bi xwe hemû. Bila li hêviya derbeyên dijwartir bin. Nema karin êriş bikin û navçe û bajarin bixin destê xwe. Nabe li nava axa Kurdistanê bimînin.”

Dr. Kemal Kerkûkî ragihand: “Hêzên Pêşmerge li çeperên pêşî bi temamî di amadebaşiyê de ne. Me xwe ji hemû êrişekê re amade kiriye.”
 

Nûçeyên têkildar