26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKSê hewla Serok Barzanî bo rêxistina gotara Kurd û doza Kurd bilind nirxand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û di wê hevdîtinê de tekez li ser parastina yekrêziya di navbera aliyên Kurdî yên Rojava kir. Herwiha şanda ENKSê hewla Serok Barzanî ya ji bo rêxistina gotara Kurd û yarmetîdana doza Kurd bilind nirxand.

Îro pênçşem 09.04.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandêkî Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriye kir ku ji Hemîd Derwêş Sekreterê Partiya Demokrata Pêşketinxwaza Kurd li Sûriye û Siûd Mela Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriye û Îbrahîm Biro Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo wê peroşiya ku rewşa Rojava de heye spasiya Serok Barzanî kirin û hewla Serok Barzanî ya ji bo rêxistina gotara Kurd û yarmetîdana doza Kurd li vê beşa Kurdistanê da bilind nirxandin.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser hereşe û tehdîda terorîstan û wê rewşa aloza li Sûriyê da heye, tekez li ser parastina yekrêziya di navbera aliyên Kurdî yên Rojava kir û bi pêwîstî jî zanî ku hemû alî bi tebayî û birayetiya li gel hevdû da kar ji bo bihêztir kirina doza Kurd bikin û berjewendiyên neteweyiyan li ber çav bigrin.

Her li vê kombûnê da hereşeyên ser Rojavayê Kurdistanê û metirsiya guherîna demografiya navçeyên Kurdnişînên Rojavayê Kurdistanê xistin ber behs û eve jî behs kirin ku hereşeyên terorîstan û hebûna nakokiya li navbera aliyên Kurdan hebûna mayîna Kurd li Rojava dixe li bin metirsiyekî mezin.
 

Nûçeyên têkildar