Nêçîrvan Barzanî serxweşî li gelên Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo zana û têkoşerê mezin ê Iraqê Mihemed Behie Ulum, ragihand xwedê jê razî eger ji bo gelê Kurdistanê jidestdana dostekî mezin be, ew ji bo tevahiya xelkê Iraqê xesareteke mezin e, bi taybetî ku rehmetî jibilî rola wî ya dîrokî di xebata gelê Iraqê de li dijî rejîma dîktatr, roleke bi bandor di avakirina Iraqa nû de hebû.
Ev jî tekesta peyama wî ye:
Me bi dax û xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya zana û têkoşerê mezin ê Iraqê Mihemed Behir Ulum bihîst. Xwedê jê razî jibilî pêgeha xwe ya zanistî wek zanayekî mezin, hevdem têkoşerekî xwedî helwêst bû û berdewam li tenişt aliyên ku zulim li wan tê kirin û li dijî zaliman têkoşan dikir.
Helwesta dostane ya vî zana û têkoşerî li hember gelê Kurdistanê di dîroka siyasî ya hevçerx de, berdewam cihê rêz û pêzanînê vî gelî bûye û tu qet nayê jibîrkirin.
Ji dest dana vî zanayê niştimanperwer, eger ji bo gelê Kurdistanê jidestdana dostekî mezin be, ew ji bo tevahiya xelkê Iraqê xesareteke mezin e, bi taybetî ku rehmetî jibilî rola wî ya dîrokî di xebata gelê Iraqê de li dijî rejîma dîktatr, roleke bi bandor di avakirina Iraqa nû de hebû.
Li vê de ez bi navê xwe û navê Hikûmetê û gelê Kurdistanê ligel derbirîna hevxemiya xwe bi rêya birêz Dr. Îbrahîm Behir Ulum bo malbata rehmetî, pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî lêvegera olî û tevahiya gelên Iraqê dikin. Ruhê pak ê xwedê jê razî bi buhişta mezin şad be û xwedayê mezin aramî û sebûriyê bo hemû aliyekî bibexşe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî




