Perwerdeya Dihokê: Dibistanên Çiyayê Şingalê ne qanûnî ne

Hewlêr-KDP.info- Perwerdeya Dihokê hewlek li ser Çiyayê Şingalê red dike û radighîne ku, ji bilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew qebûl nakin tu aliyek destêwerdanê di nava kerta perwerdeyê li wê parêzgehê.
Rêveberê Gişê yê Perwerdeya Dihokê Ebid Yûsif ji malpera KDP.info re ragihand: “Vekirina dibistanekê li ser Çiyayî Şingalê, xizmeta perwerde, xwendin û rewşa navçeyê nake û pêngaveke berovajî xizmetkirinê ye.”
Ebid Yûsif wiha got: “Ji bilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew qebûl nakin tu aliyek destêwerdanê di nava kerta perwerdeyê li wê parêzgehê.”
Ebid Yûsif diyar kir ku, ew bi hemû awayekî li dijî wê birayrê radiwestin û wî karî jî red dikin.
Navborî tekez kir jî ku, jibil Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, ew ji tu aliyekî qebûl nakin ku destêwerdanê di nava kerta perwerdeyê de bikin û got ji bo xizmetkirina xwendevanên êzîdî li Şingal û derdorê, planên wan hene û bi baştirîn awe xizmeta xwendekar û şêniyên navçeyê dikin.




