217 kurdên êzîdî rizgar bûn

Kerkûk-KDP.info- 217 kurdên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûn û heta niha 23 kes ji wan gihîştin navçeyên bi destê Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê.
Rêveberê polîsê qeza û nahyeyê Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji malpera KDP.info re ragihand: “217 kurdên êzîdî li sînorê Reşad ji destê DAIŞê rizgar bûn û heta niha 23 kes ji wan gihîştin navçeyên bi destê Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê.”
Emîd Serhed Qadir wiha got: “Çekdarên DAIŞê ew ji Şingalê birin bajarokê Tileferê û piştre ew birin Mûsilê û di dawiyê de ew vegerandin Kerkûkê.”
Qadir wiha domand: “Di nava wan kurdên êzîdî de, pîr, zarok û seqet hene, lê mêr û jinên ciwan di nava wan de nînin.”
Rêveberê polîsê qeza û nahyeyê Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ragihand: “Heta niha 23 kes ji wan gihîştin navçeyên bi destê Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê û yên din jî dê îro bigihên.”
Duhî jî, 30 kurdên êzîdî, ku hemû xelkê gundê Koço yê Şingalê ne, bi alîkariya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê û hêzên ewlehiyê ji destê DAIŞê rizgar bûn û gihîştin deverên bin destê Pêşmerge.




