Serok Barzanî: Wê taqime xwestine hêz, îdare û aleke cûda ji bo devera Şingalê dirust bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê girtina Heyder Şeşo de ragihand ku, ew taqime bi planekê xwestine ku hêzeke cûda û îdareyekî cûda û aleke cûda ji bo vê deverê dirust bikin, bi bê ku tu hesabek ji bo Herêma Kurdistanê û desthilatan bikin.
Serok Barzanî di peyamekê de bersiva Fraksiyona YNKê da, ku derbarê Şeşo de daxuyaniyek belav kiribû û gotibû ku girtina wî ji aliyê asayîşa Kurdistanê ve peyameke siyasî ye.
Mesûd Barzanî peyama xwe pêşkêşî Serokayetiya Parlamentoya Kurdistanê kir û ragihand: “Peyama Fraksiyona YNKê ya di derbarê destgîrkirina Heyder Şeşo gihîşt destê me. Ji bo rastiya wê mijarê em radigihînin em vê peyamê belav dikin.”
Di peyama Serok Barzanî de hatiye ku, “Piştî ku bi xwîna sedan pêşmergeyên qehreman li eniya Zumar û Şingalê terorîstên DAIŞê rastî mezintirîn şikestinê kirin û hemû rê bo Çiyayê Şingalê hatin vekirin û dorpêçiya li ser wî çiyayî hate şikandin û navçeyekî berfireh hate azad kirin, me daxwaz ji Wezareta Pêşmerge kir ku wan hemû hêzên ku li wir şer dikirin, tev hêza Heyder Şeşo ve jî ku bêne rêxistin û bikevin bin sêya Wezareta Pêşmerge.”
Serok Barzanî wiha domand: “Lê belê li şûna wê yekê ku Heyder Şeşo bê û li nav Wezareta Pêşmerge wekî hêzekê ser bi wezaretê ve dest bi kar bike, li derveyî Wezareta Pêşmerge hêzek dirust kir û bi bêyî agahdariya Herêma Kurdistanê pere ji cihên din wergirt û serê xwe xist serê desthilata Herêma Kurdistanê kir.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Ew dever navçeyekî serbazî ye û hîn jî şer tê da heye û Serfermandarê Wezareta Pêşmerge bi awayekî rasterast serpereştiya wê eniyê dike. Ji bo wê yekê jî pêwîst e hemû hêz li bin fermandeya Hêzên Pêşmerge bin û hemû hêz ji aliyê yek fermandarî ve bêne serpereştî û îdare kirin.”
Serok Barzanî wiha domand: “Ev taqime bi planekê ku ji aliyê me ve gelleke eşkere ye xwestine ku hêzekî cûda û îdareyekî cûda û aleke cûda ji bo vê deverê dirust bikin, bi bê ku tu hesabek ji bo Herêma Kurdistanê û desthilatan bikin.”
Serok Barzanî wiha got: “Heta 2 mehan me muhlet da wan ku divê wekî hêzên din di çarçoveya Wezareta Pêşmerge xwe rêk bixin da ku alîkarî jî bighên wan. Dawiya muhleta wan 30.03.2015 bû, lê belê qebûl nekirin beşek bin ji hêza ser bi Wezareta Pêşmerge ve.”
Peyama Serok Barzanî wiha domand: “Ev mijar ne prsekî hizbî û siyasî ye û tu peywendiya wê jî bi PDKê ve tûne ye belku rewş û asayîşa Herêma Kurdistanê û yekdestiya serkirdatîkirina Hêzên Pêşmerge wê pêwîstiyê feriz dike ku hemû hêz di bin siya Wezareta Pêşmerge de bêne rêxistin.”
Serok Barzanî tekez kir ku, “Ji bo wê yekê jî rê nayê dayîn ku hêzek ji derveyê yasa û Wezareta Pêşmerge hebûna xwe hebe. Ji bo ku ev yek zêdetir ji bo we zelal û eşkere be, ev pirsgirêk ji planekî kevin ve tê. Hemû belge li ber destê me ne ku pere ji kê wergirtine û çawa nexşeya planekî gumanî ji bo devera Şingalê hatiye kişandin.”
Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Her ji destpêkê ve ligel birayên serkirdatiya YNKê me behsa vê mijarê kiriye û hatine agahdarkirin ji hemû pêngavan.”
Serok Barzanî peyana xwe wiha qedand: “Dûbare dikim ku nabê tu hêzek ji derveyî Wezareta Pêşmerge bê avakirin û eger heta niha hinek hêzên taybet ji bo pêkhatên neteweyî û olî hatibin dirustkirin, hemû di bin fermana Wezareta Pêşmerge de ne. Daxwaz jî dikim ev mijar wekî xwe û dûr ji nêrîna siyasî û hizbî bê temaşekirin.”




