26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî 49 saliya radiyoya Dengê Kurdistanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi helkefta 49 saliya damezrandina radiyoya dengê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku.

ev jî tekesta wê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Birêzan Birêveber û stafa radiyoya dengê Kurdistanê

Silavek gerim

Di bîranîna 49 saliya damezrandina radiyoya dengê Kurdistanê de gerimtirîn pîrozbayî li tevahiya weyên hêja dikim.

Radiyoya dengê Kurdistanê her di dema destpêk ay damezrandina xwe de û di nava pêvajoyên curbicur de menbera gotina heq û diyar kirina daxwazên reva yên xelkê Kurdistanê û Îraqê bûye û peyama zilimlêkiriyan û daxwazên wanî reva gehandiye Cîhanê û bi vê yekê jî bibû cîha şanazî û serbilindiya her kesekî.

Hêvî dikim evro jî radiyoya dengê Kurdistanê li ser heman rêbazê peyama xwe ya pîroz bidomîne û di xizmeta xelkê Kurdistanê de be.

Bi vê minasebeta han silavên xwe pêşkêşî tevahiya wan kadroyên fedakar yên ku, di birêvebirina vê radiyoya han de rola wan hebûye di nava pêvajoyên curbicur de û hinek ji wan jî Şehîd bûne û bi xwîna xwe Dîroka têjî ji serwerî a vê radiyoya azadîxwaz a Gelê Kurdistanê nivîsandin dikim.

Her şad û serfiraz bin

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

27.9.2012

Nûçeyên têkildar