Nazim Herkî: Girtina Heyder Şeşo li gorî yasa bû

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayîşê li Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku, li gorî rêkeftina sala 2007an di navbera Hewlêr û Bexdayê de, avakirina hêzekê li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140ê divê bi hevahengiya herdu aliyan be. Beriya demekê şandeke parlamento serdana devera Şingalê kir, ku parlamanterên YNKê jî di nav de bûn û hemû endamên şandê avakirina hêza Heşdu Şeibî li Şingalê red kirin, lewma ew hewlên Heyder Şeşo bo avakirina wê hêza Heşdul Şeibî derbaskirina yasa ye.
Nazim Herkî, Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayîşê li Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Girtina Heyder Şeşo li gorî yasayê bû û li gorî rênmayên Wezareta Pêşmerge nabe ti hêzeke din li derveyî yasa û fermana dezgehên fermî hebin. Her hêzeke din li derveyî Wezaretê were avakirin pêwîst e Wezareta Pêşmerge sikalayê li ser tomar bike.”
Piştî belavbûna îdiayên girtin, revandin û wendabûna berpirsê “Hêza Heşdul Şeibî” Heyder Şeşo, Serokatiya Herêma Kurdisanê ragihand ku Heyder Şeşo ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê duhî diyar kir ku wan beriya niha hişyarî dabûn Heyder Şeşo û hinek kesên din ên ku dixwestin hêzeke deryasayî li Şingalê ava bikin lê wan guhê xwe neda vê yekê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de wiha belav kir: “Ji wan re du meh mohlet hatibû dayîn ku eger bixwazin xizmeta Şingal û Kurdistanê bikin bila tevlî Hêzên Pêşmerge bibin û bikevin bin çavdêriya Wezareta Pêşmerge. Lê ew li ser hewlên xwe rijd bûn.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domnad: “Helbet em ti carî rê nadin ku hêzeke deryasayî were avakirin û yên ku vî karî jî bikin dê werin darizandin. Ji ber vê yekê, berpirsê wê grûpê Heyder Şeşo û hinek kesên din bi fermî û eşkere hatine girtin û dê bên darizandin. Ti kes jî nehatiye wendakirin û bi veşartî jî nehatiye girtin.”
Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayîşê li Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku, li gorî rêkeftina sala 2007an di navbera Hewlêr û Bexdayê de, avakirina hêzekê li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140ê divê bi hevahengiya herdu aliyan be. Beriya demekê şandeke parlamento serdana devera Şingalê kir, ku parlamanterên YNKê jî di nav de bûn û hemû endamên şandê avakirina hêza Heşdu Şeibî li Şingalê red kirin, lewma ew hewlên Heyder Şeşo bo avakirina wê hêza Heşdul Şeibî derbaskirina yasa ye.




